Binêre kûr û hûr carek li vê alema zulmanî
Li konê qeyser û dara, li konê Sezar û Manî
Li konê Qarûn û Fîrewn, Ebû Muslumê Xorsanî
Hemî mirin borîn û çûn, li cî hiştin kele û xanî
Nebêje ez dimînim hey li ser textê xwe me daîm
Tu jî wek wan dibî rojek weka her faniyan fanî