Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯
Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Me xwe dirêj dikir her şev
Li ser doşekên hirî
Pala xwe dida Stranên
tije hêvî-girî
Çaya qedexe vedixwar
Cixara qaçax dikişand
Li ser banên ji herî.
Û me
Bi dilovanî
Bi evîndarî temaşe dikir
Agirê şivanên pîroz
Yê li ser çiyayê hemberê me vêdiket.
Bêguman
Tiştine xweşik jî diqewimin
Van rojan
dixwazin bankayek damezirînin
kurd Malperek hatiye avakirin di internetê de Şaxek zêde bû ye li partiya gel
Kovarek... pirtûkek din tê weşandin
Hê berf ne bariye hûn dizanin
Rê û robar tev de vekirîne
Xalê xelef ji nexweşxanê derketiye
Keçeke serî li NÇMê daye
dixwaze hînî zimanê xwe bibe
Rojname dîsa dest bi dayina pêvekê kir
Roja şemiyan
Nameyek şandiye hevala min
Bi peyvên ji gul çêbûyî
Du rist zêde bûn li helbesta min
Piştî mehekê.
Guh bide stranên kalekî
Veke deriyê dilê xwe heta dawî
here li çolê bigere hinekî
cixarek bikişîne li bin siya darekî
bikişîne nava xwe bayê ji çem difûre
hinavê mirov honik û paqij dike
Bê guman va
Tiştine xweş jî çêdibin
Li nîv-welatekî