Min ji welatekî hez kir. Ji bêrîkirina azadiya wî. Ji biharên wî, ji zivistanên wî yên ku li nîveka çîrokên rojhilatî berfînan dibişkivînin...
youtu.be/HAyJ13cQO-4?si=...
"Sustuğum şeyler var, hiç konuşmadıklarım... İçinde kaybolduğum şehirler ve içimde kaybolup giden insanlar var.. Eskisi kadar kafama takmasamda bazı şeyleri bazen yinede içimin almadığı haksızlıklar var.."
Bilbilo hunermendo
Bêzincîr û bêqeydo
Kacê bilûlê bîne
Xemên me pê b’revîne
Gula ç’yayê şirîn im
Bilbil ez dilbirîn im
Hatim çiya bibînim
Narînka’ bo bixwînim
Raser co û cobara’
Li van dol û nizara’
Gazî bikim hey hawar
Gengê bêtin ew bihar
Xwe h’lavêjim wek cara’
Li nav gul û gulzara’
Bilbilo bilûlvano
Dengxweş û dilkovano
Awazên te »yasîn« in
Rondikên me d’barînin
Bes bixwîne »Yasînê«
Were qêr ke narînê
Bilbil:
Gulê bes e xemgînî
Mizgînî sed mizgînî
Dîsa’ dê bêtin bihar
Di gel lawê ne diyar
Xeman ji dil derînin
Xweş bihara’ bibîbin
Hûrik-hûrik dê lêkîn
Lîs û hêlîna’ çêkîn
Li nav dar û berava’