Gava ez diçûm
niviştek nekiribû
diya min
ji bo min
sê nanê firnê qewl kiribû
ji bo ku bayê li ezmanan li min nexista
lêvikên wê diricifin
çavikên wê diperpitîn
ku ez vegeriyama
wê sê rojan rojî bigirta
di ber riya Xwedê de
wê sê nanê firnê belav bikira
di ber riya şêx û ûcaxan de
wê şîrê şêr ji min re bianiya
di şîvê êvaran de
wê gulîsoreke porhinekirî bixwesta
li gorî dilê xwe
ez bizewicandima
ne sê nanê firnê belav kir diya min
ne sê rojan rojî girt
ne gulîsoreke porhinekirî xwest li gorî dilê xwe
û ne jî şîrê şêr anî di şîvê êvaran de
ve-ne-ge-ri-yam
li wir mam
hêviyên wê di dil de
bûn kulmek cîncoq
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯
Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
bibişire şowalye bo bibişkuvim
heke hebe nepixîneke laşê min
êvaran
li ser zinaran
bila li ser min lêkeve vingevinga konçertoya mêşan
bedena min bibe bajarê kurman
genî bûme min bêhn bike yaaaaaar..!
wê wextê
bi xezeb
li vî bajarî
ez bi efara evîna te ketim
Çiqas ken û maçên te hebûn
min zû zû civandin ji bajêr
nebêje çima
çavê min bar nebû ku ji wan re bihêlim
lê disa jî
min hinek dil
kir sedeqa serê evîna xwe û te
û min li bajêr belav kir
tû zanî pê bê çi bû?
bajar dîn bû
û bi çolê ket
çû û çû