Pêşî bi nalên hesin perçiqandin axa min
Tîr û kevan
Êş û artêş şandin ser min
Piştî Kawa çend Kawa rabûn
Nizanim bersiva vê
Ji ber ku dijmin nivîsî dîroka min
Îro tanqên wan bi nahpên pola
Bi "gez göz arpacık"
Li heytehola
Mirovên min diperçiqînin
Edî zanim kî mir kî ma
Min reh girtiye bin axa xwe
Dîrokê bi destê xwe dinivîsînim
Bi çeka xwe, bi xwîna xwe.