" ...
ax jiyan ez ê çawa çardeh qat herim jêr...
zarûkên min hîn piçûk in
pêsîr şîr dimêjn...
mixabin jiyanê jî xwina min mêt
bêdeng bin
ketim...
çavên min vekirî
û
sa'et 4'an çardeh boriyê de
qat'a çardan de ketim...
nan û rûmet ..."
(- Îro kurdekî xebatkerê avahî, li xerîbiyê ji bo parîk nan ket û mir...
- du zarokê wî sêwî man... )
"şşşt!!!!!!!
qêrinî û hawar qedexene
û xewa min pirr girane
bêdeng bin
ji bo parîk nan
ketim...
ji bo parîk nan
tenê ji bo nan
cotkarî,
karkerî,
kar,
karêz,
bê minet û bi rûmet
dixebitim
dixebitim
dixebitim...
bila dayîka min seh neke...
ketim...
bila hevjîna min seh neke
ku xwîna min dilop dilop ji laşê min herikî
bawer nekin
lê ez ketim "
Her şev min hawar li xwe û gerdûnê û Xwedê dikir. Ez di navbera van hersê cemseran de winda bûbûm. Min nedizanî bi temamî baweriyê bi kîjanî ji wan bînim. Ez pir lawaz bûm û min nikarîbû raz û nihêniyan şîrove bikim. Gerdûn jî pir dilhişk bû û bi hêsanî alîkariya min nedikir. Xwedê jî ewqasî bêdeng bû û min bendewariya tiştekî jê nedikir.
Dilekî d` mazmazka pêş-Asyayê de
Dilekî çarkerî, bi xwînê der e.
Pîrhevok tevna xwe lê rapêçaye
Dest kirye tînikê jê venagere.
Ew dil e, dilekî mîna dilan e
Li rexkî Elîşêr, li rexkî Rêber
Alîkî Beko ye, strî di gulê
Alîkî Memo ye; dilsoj, bêxeber.
Milkekî d` navoka pêş-Asyayê de
Mîna xewnên şevan pendî-nependî
Li riya azadî bêdeng û bêhis
Elîşêr tên kuştin, lê b` serbilindî.