Ma kes dikare bê hêlîna xwe bijî?
Disa befir dibare li ser bajarê Mêrdînê Dimeşim di nav kolanên bêdeng da Li hêlîna xwe digerim,yanê li te digerim Ditirsim bimirim û te nebînim. § BERZAN BEDLİS §
Kurdî
Hêrs axaftin e, lê hestên birîndar bêdeng in.
Tatil planı hazırsa sıra okuma listenizde!
Bu yaz yanınızdan ayırmak istemeyeceğiniz kitapları sizin için bir araya getirdik. 💬 Siz olsanız bu listeden hangisiyle başlardınız?
Dilê min wek çiya ye, Bêdeng lê bi hêvî ye. Roj diçe, şev tê, Evîn her tim dijî ye.
Kurdî
​Derdê xwe ji kesekî re nebêje, Bila hêsirên çavan di hundir de biherikin. Her kes nabe derman ji birînên te re, Hinek hene ku tenê xofê lê zêde dikin. ​Kula dilê xwe veşêre di sîngê xwe de, Çirûska hêviyê di çavên xwe de geş bike. Çûnkî yê ku te fêm bike gelek kêm e, Tu bi xwe bibe dermanê birîna xwe. ​Çiyayên bilind binihêre, çawa bêdeng in, Berf û bagerê dibînin, lê qet naxuynin. Tu jî wekî çiyayan serbilind û rûmetdar be, Bila her kes te bi rûyê geş û biken nas bike. ​Dinya ne wekî berê ye, dost kêm e îro, Gelek kes li benda ketina te ne, hişyar be biro. Sirra xwe nedê kesî, bila di nav dil de bimire, Mirovê ku xwe nas bike, her dem mîr û wezîr e. ​Rêwîtiya jiyanê dirêj e, sebir bibe hevalê te, Xwedê dermanê her derdî rêtî ye li ber te. Rabe ser piyan, bi bawerî gavan bavêje, Ji bilî Rebbê kerdigar, ji tu kesî re daxwaza xwe nebêje.
Dinya êdî wekî qefeseke teng li ser rihê mirov girtiye. Tu li ku derê binerî, tu li kîjan alî bimeşî, tu rastî dîwarekî sar û bêrih têyî. Ev dinya, ku berê bi dengê zarokan, bi parvekirina nan û bi samîmiyeta cîrantiyê dihat naskirin, niha bûye wekî çoleke bêdawî û bêdeng. Lê ya herî giran ne ev bêdengî ye, ya herî giran ew e ku her kes di nav vê qelebalixiyê de tenê ye, bêkes e û ji hev biyanî ye. ​Mirov êdî ne wekî mirovên berê ne. Her kesî maskeyek li rûyê xwe kiriye û di pişt wan maskeyan de hesabên tarî û berjewendiyên piçûk veşartine. Gava tu li çavên yekî dinêrî, tu êdî ronahiya dostaniyê nabînî; tu tenê sîbera gumanê u sarbûna xerîbiya sedsalê dibînî. Kes naxwaze derdê kesî bibîstîne, kes naxwaze bibe merhema birîna kesî. Peyvên 'em' û 'me'hatine jibîrkirin, tenê 'ez' û 'ya min' maye. Ev xweperestiya ku wekî jehrê di nav rehên civakê de belav bûye, her tiştê pîroz û bedew xera kiriye. ​Em di serdemekê de ne ku derew wekî rastiyê tê firotin û rastî jî wekî gunehekî tê veşartin. Dilên ku berê bi evînê û bi merhametê lê didan, niha bûne wekî kevirên reş. Ma mirov çawa dikare di nav vê tariyê de nefesê bistîne? Ma mirov çawa dikare li rûyê van mirovan binerî ku her yek ji wan bûye gurê yê din? Ne hurmeta mezinan maye, ne jî parastina piçûkan. Her tişt bûye wekî bazarekê; hêsirên çavan, êşên giran û heta dîn û bawerî jî bûne amûrên bazirganiyê. ​Gava mirov li van kolanên qelebalix dimeşe, hîs dike ku her gava wî di nava valahiyê de diçe. Ev dinya êdî ne cihê manê ye, cihê xerîbiya herî kûr e. Kesên ku hîna dilê wan paqij maye, kesên ku hîna bi bihayê merivahiyê dizanin, di vê dinyayê de wekî penaberan dijîn. Rihê me birîndar e, xeyalên me hatine kuştin û hêviyên me di bin barê vê bêwijdaniyê de pelçiqîne.
Kurdî
Tevgera hawarê di nav dilê min de, Di her demê min li ser xewnên te digire. Tu wekî tarî li şevên bêdeng tê. Ne nêzîk, ne dûr.
Kurdî