A rast,
Çi ramanek kevn
Çi ramanek nû,
Ku me girêde,
Me dike kolî,
Ew e winda bûn.
Divê em,
Berî her tiştî,
Bi nêhrîna xwe,
Bi ramana xwe
Aza bin serbest.
Zanayê me Kurdan Ehmedê Xanî,
Riya felat û azadiyê
Ji gernasên îro pirr çêtir dizanî
Dibêje: nedin bîra xwe ku,
Bê ceng û têkoşîn û sergermî..
Ma welat tên sitandin,
Bi bergerr û lavayî û zarnermî?!..
Şerme ku em xwe deynin,
Bazgûrî zorkeran bin û bibazin.
Divê me dar bi dest be
Her bi serê ço heqê xwe bixwazin.
Heke em dirêjî mirinê nekin
Wek lokê har û hêc û girgîn,
Çawan dê bikeve destê me?
-59
Bav û kalên me digotin şukur em bûn misilman,
Ma ji bona çi em ferqê têxin nav Kurd û Tirkan!..
Lê Tirk û Ecem li me nenêrrîn bi çavên biran
Li me siwar bûn, xwîna me mêtin wek seg û guran
Me nedizanî ku em kurd bi xwe berpirsîyarin,
Gunehê me ye ji bo doza xwe bi xwe neyarin.
Vê bindestîya duhezar salî, gelek serencam,
Sinç ji me bir, bê rûmet hêlan bûne canxulam.
Yekîtî
Tevgerr
Bû armanca wan
Dawî
Nasîn
Ku tu yî dijmin
Berî
Dan te
Ji rêyeke kin
Ew dê
Jêkin
Dest û piyên te
Bikujin
Bigurên
Bav û diyên te
Te cih Nema
Di nava Kurdan
Bimire
Biqeş
Herre nik Şeytan...