Hemû mirov, her demê li pey serweriyê ne. Jin û mêr, xwezaya wan yek e. Tişta ku em dibên wekhevî, ramanek e û bi baweriyê tê avakirin. Ger ku bawer bikin û bixwazin mêr û jin dikarin hêz û serweriyê parve bikin, wekhev bin û li vê peymanê pabend bimînin. Yan na, mijar serwerî ye û mêran di vê pêvçûnê de ji ber avantajên fîzyolojîk ev serwerî ji jinan standiye. Ji bo ev rewş biguhere tekoşînek divê. Lê ev tekoşîn wê ji bo wekheviyê be yan ji bo serweriyê?
Hêz û serwerî were parvekirin wekhevî jî ya bi hemdê xwe derbikeve holê. Lê wisa xuya dike ku mêr yan jin, kîjan fersendekê bibîne hêzê ji xwe re hildigirîne. Tişta mirov serî lê rake ev hilgirtin e bi min.
Yaşar Kemal wexta "İnce Memed" dinivîsî hevjîna wî Tîlda jî hêkî çedikir li kêleka wî û di nav bedengîya şevê de gurma gurma agirê sobe û dengê çîrokên Şakîro. 😃