Mîro sibe ye Dêrsim e xweş Dêrsim e avê çeman û kaniya bi ser me da kalekal e,
zarezar e jê di gimegim e
vê teresê teresbavê bi awirê çava,
bi qinyatê dila, bi îşaretê desta ez kuştime ezê ji Dêrsima jêrîn diçûme Dêrsima jorîn mi dî sê zerî li serê rêka mi rûniştini
yeke Kurmanc e yeke Ecem e yeke jê di Tirk e
lo Rebiyo Xwedê xirab bike dilê bê dil
fenanî gakî bêwerîsî bêcil
fenanî kirasê qolî bêmil
fena dara bêşalûl û bêbilbil
fenanî xasbaxçekî rûtî bêgul
bira dilê rezîl bi dil be tûrê parsê li mil be
parsa meriv li vir nebe
li nava donzdeh duwalê ejnebî
Ûrisan, li Alaman û Emirîkanê gêwir be
parsa meriv birije
tûrê merivayê qul be
merû li ber dîwarê evda be
xwarinê meriv kerî nanê garis û jê di gilgil be
berseriya meriv kevir be
malxirabo ser raxa meriv gunî be
bin raxa meriv postê jujî be
tek bira dêrisê gunda da dilê rezîl bi dil be
ax dilo hey dil