Şêxmûs di dema xwendina xwe de li hemû Kurdistanê digerîya û xizanî û belengazîya gelê xwe ji nêzîkî ve bi çavên serê xwe didît û dibû şahîdê jîyana gel. Wexta ku wî li Dîyarbekirê dixwend (1924) wî hevalekî bi navê Şewqî ji xelkê Erxenîyê nas kirîye. Şêxmûs ji Şewqî welatparêzîya Kurd fêr bû û xwe nêzîkî pirsgirêka Kurdî kir; wî ew dem weha şîrove kirîye: "Berî wê demê jî ez şair bûm, lê ne wekî welatparêzekî difikirîm; ez ew qas bawermendekî xurt nebûm; car caran min helbestên xwe bi zimanê erebî jî dinivîsandin. Berî ku ez Şewqî nas bikim, min tu tişt nedizanî û ez bêxeber bûm li ser bûyerên herêmê. Ez tenê mijûlî şixulê xwe yê camîya ku tê de min wek îmam kar dikir dibûm û bi vî şiklî nanê xwe qezenc dikir; ji bilî vê bi tiştekî din mijûl nedibûm. Piştre min ji heval û nasan bihîst ku meseleyeke Kurdî heye û pir jî çetîn e. Piştî serhildana Şêx Seîd bi rastî min dest bi polîtîka û karên edebî kir".