Cegerxwîn tê maneya cîger û xwînê yanê cîgera bixwîn, ji bo çi wî ev nav bi kar anîye wiha şîrove dike: "Min bi çavên xwe rewşa ku miletê Kurd tê de dijîya, belengazî û feqîrtîya wî dîtîye û wê tecrûbeya nexweş/nebaş û tehl tesîr li min kir ku ez navê xwe daynim weke Cegerxwîn. Ji xwe min dixwest bi vî navî tiştekî bînim ziman".