sebrê gidî tu çîçekek ji çîçeka welatê Serhedê yî
tu çiqa çîl û qerqaş î gelo fenanî beleka berfa quntara çiyê yî
na wele tu çîçeka rexê vê belekiyê yê
tu nizanî derdê dilê mi pir e, mereqa dilê mi gelek e sebrê îro çendê mi temam bû birînê mi kewa xwe girtine tu derdê mi tevra meke, birînê mi teze neke tu nizanî pêxemberê me heq e, Xwedayê me yek e gelo tu xenîmî bav û birayê xwe ke bes e vê sibengê derda li ser kula li canê mi teze neke