Tune yî! Qet tune bûyî. Belkî jî tê nebî. Erê, te bibînim jî ez ê te nas nekim. Nas bikim jî ez ê te dîsa winda bikim. Lewra ez mehkûmê windakirinê me. Tenê digerim, hew! Lêgerîn min li şipiya dihêle. Hem mirina min e hem jî hebûna min.
Gava ez ketim bîra çavê te, sekin ji min re heram e. Bi roj çol û çiyan, bi şev di nav xwe de, bûm rêwiyekî bêsekin. Bûme aşiqê çavên kilkirî yên tavbanûyan. Bi şev ketim pey bîna porê te. Bi rêberiya bîna porê te keziyên hîvbanûyan bûn sêdarê giyanê min.
Wa dilo, bese gidî; de rabe! Mala mirtiban bi seknê xera dibe...