hey malmîrat! ji şerefa mala me ra eyb e li ber xelkê tu negere
tu nizanî peyayê bikeve qarşî kozika birayê te bi tenê
ez ji te ra sond bixwim bi telaqê jinberdanê
bi saxî û bi silametî bi ser çolix û çocixê xwe da venagere
ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê bi navê Quranê
berxê mala bavê min bîna barûdê hildanê
sond xwarine bi telaqê jinberdanê
heya mêra nekujin bi silametî ranabin ji erasa vê meydanê