Em ewladê Kerbela ne, ev zilm e! Cinayet e! Ez 75 salî me, ez şehîd dibim! Tevlî şehîdên Kurdistanê dibim. Dêrsim têkçûye lê Kurdîtî û Kurdistanê bijîn! Ciwanên Kurd ê heyfê hilînin. Bila zalim bimirin! Bila derewker û qehbe bimirin!"
"Kurdino! Baweriya we bi bexşandina Tirkiyeyê neyê! Xwe ne spêrin însafa Tirkan! Bawer nekin ku Tirk ê mafê Kurdan bidin! Bi hev re yek bin! Hêviyên xwe winda nekin! Kurdistan ê serbixwe bibe û gelê Kurd ê bextewar bibe! Vê peyva kalikên me jibîr nekin: 'Bextê Romê (Tirkan) tine ye!""
"Dawiya jiyana min a vê cihanê hat. Ez ne poşman im ku ji bo neteweya xwe têm qurbankirin. Tenê bila neviyên me, li hember dijmin me fedîkar dernexin."