Şerê hebûna Kurdan dest pê kir, û di heman demê de jî qûna tirkan rabû!.Êrîşî her Kurdî/ê kirin û hê jî dikin, ew Kurdên ku hemberî wan nijadperestî tê kirin tiştên bê wate dinivîsin û parve dikin mînak dibêjin yaw ez dewleta xwe hez dikim ez qurbana ala tirkiyê bibim! ango tiştên cûrbecûr belav dikin. Pêşîyê yaw îja çi dikeve we?. Dema ku ez van bê mêjîyan dibînim dîn dibim û gelekî aciz dibim. Hey kero hey kerê qet rûmeta te tine? dema ku hûn tiştên wuha dinivîsin ew tirkên ku ji we re dibêjim (böyle Kürde can kurban)qûna we radibe, hûn her dizanin hûn gelekî girîng rewşenbîr zane û dilsoz in? Hûn ti rêx nînin! ca Xwedê we çima pirtî pirtî nake.
Li gor ola Zerdeşt, mirov ji sê elementan çêbûye:
1- Laş: Ji axê hatiye û wê biçe axê.
2- Hiş: Mirov bi vê qencî û neqenciyê ji hev derdixe.
3- Giyan: Ji bo ku qencî, ronahî û paqijî winda nebe, ev rasterast bi xwedê ve girêdayiye.
Ahûramazda xwedayê Zerdeştî ye. Ahû ez, Ra cîhan û Mazda jî xweda ye. Xweda bi Kurdî ye, ji du peyvan hatiye holê xwe û da, ango xwe afirandiye. Ahûramazda xwedî pênc hêmanên ronahiyê ye. Ev hêman agir, metal, ax, av û rîwek in.