Di navbera Gola Wanê, çemê Dîcle û Zagrosan de bû. Ango cihê bi navê Mezopotamya (Kurd bi Mezra Bota jî binav dikin) bû. Navê Mezopotamya ji aliyê Grekiyan ve hatiye dayîn.
Bi guherîna peyva Gûtî derketiye holê. Di dîrokê de bi şêweyên Karda, cûtî, kurtî hatiye bilêvkirin. Sumeriyan "kurtî", Farisan "Gord", Ereban "Ekrad" gotine. Aramiyan ji welatê Kurdan re gotine "Beth Kardu", Ermeniyan jî "Karduh" gotine.
Li gor dîtineke din jî peyva Kurd, ji peyvên kur (law) û mad hatiye holê. Kurmad (ango kurê Med, lawê Med), êdî hinekî hatiye guhertin û bûye Kurd.
Peyva "Kurtî" ku Sumeriyan bikaranîbû, B.Z.. di salên 1200an de, ji aliyê Grekiyan ve vediguhere "Kurdîenne". Êdî piştî vê demê bi gelekî, ev herêm ji aliyê Siltanê Selçûqî Sancar ve, bi "Kurdistan" hatiye binavkirin.