Bi navên Horrît, Gûtî, Kardû û Kassît tên binavkirin. "Horrît" tê wateya "yên bi welatê bilind", "Gûtî" tê wateya "Gelê xwedî dewar", "Kassît" jî kedkarên gelê Kurd in ku li bajarên Sumeriyan niştecih bûbûn.
Di belgeyên Sumeriyan de Kurd çawa hatine binavkirin û êdî çawa ev nav veguheriye?
Li gor tabletên Sumeriyan ên ji kîlê ku di sedsala 20an de, li Mezopotamya jêrîn hatin dîtin pêşiyên Kurdan bi "Kurtî" tên nasîn. Ev peyv di zimanê Sumerî de tê wateya "çiyayî". "Kur" çiyayî û "tî" jî cidîbûnê îfade dike. Dîsa li ser pêpelûka deriyekî Sumeriyan, B.Z. di sala 2000an de, ji welatekî bi navê Kardaka tê behskirin. Li gor dîroknasan Karda tê wateya Kurd û Kardaka jî welatê Kurdan e.
Piştî Mitannî û Horîtan Kalikên Kurdan bi çi navî jiyana xwe berdewam dikin?
Piştî têkçûna Mîtannî û Horîtan, weke konfederasyoneke eşîran, Naîrî (Nayrî) derdikevin holê. Naîrî, li başûrê Gola Wanê, ji Cizîrê heta bi Şemzînan li newala Bota, li navenda dera ku îro Kurdistan tê gotin, cih girtibû. Di dema Ûrartûyan de, Naîriyan li başûr cih girtibûn. Qralê Asûr Tiglat Pilaser, B.Z. sala 1100an di sefera ku li dora Wanê kirî de, behsa şerê xwe yê bi 23 Qralên Naîriyan re dike.
Bi kalikên Kurdan Gûtiyan (Cûti, Cûdî) dest pê dike ev jî diçe B.Z. 8000 sal ango dema Neolîtîkê. Vê demê bajarê bi navê Gûtîyûm avakirine. Lê dîroka Gûtiyan a nivîskî B.Z. 3000an, bi nivîsa bizmarî dest pê dike. Di sala B.Z. 2225an de welatê Sumer kirine bin destê xwe. Bajarê Arabxa yê li nezîkî Kerkûkê paytexta wan bû. Gûtiyan yekem car hesp kedî kirine.