Di hevpeyvînekê de ji Cegerxwîn dipirsin: "Di afirandinên edebî û zanistî de îmkanên zimanê Kurdî kêm in. Ev gotin çi qas rast in, an xelet in?". Cegerxwîn jî vê bersivê didê: "Zimanê Kurdî ne kêm e, lê mixabin, ev xortê ku bi Tirkî, bi Erebî û bi Farisî xwendîye, hinî van zimanan bûye, nikare wan daxwaz û armancê ku di zimanê Kurdî de, bilind û mezin hene, fehmbike û nikare derxe, lê nagere. Tabî ku tu bi zimanekî bixwînî, tu kûrahî û daxwaza wî zimanî fehm dikî, nas dikî. Kurdî nehatîye xwendin. Em nikarin zimanê xwe baş nas bikin, ku bi zimanê bêgane (bîyanî) bixwînin. A nika ez bi xwe, gava straneke Erebî tê gotin, laşê min dicirife ji kêfan re. Ji ber ku guhê min hînî stranên Erebî bûne. Nedihêştin stranên Kurdî têxin tîpan û belav bikin heta niha. Me dixwest, hema em guhê xwe bidine Umkelsûm, Ebdul Wehap û yên dinê. Ji ber vê yekê ye ku Kurd nikare zimanê xwe nas bike. Ne ku zimanê Kurdî ne fire ye û ne bilind e û ne ku daxwazên giranbiha tê de nîn in. Nivîskar gerek e zimanê gundîya baş zanibin ku tê de kêmayî jî hebe. Erebî di nav de heye, Tirkî di nav de heye, Kurdî pir pêtî û paqij di nav zimanê gundîya de heye. Ji bo ku gundî hê nebûne xwendevarê zimanê bêgane. Hê jî bi hev re, di nav hev de bi Kurdî dipeyvin, bi Kurdî distirên û bi Kurdî dibêjin".
Divêt kes xwe ji kesî kêmtir û zêdetir nebîne û ji xwe re li behaneyan negere; îro xelasî jî, rizgarî jî, netewperwerî jî giredayî bi Kurdî nivîsandin û pêşketina Kurdî ye.