Reşad

Reşad
Ez ji xwe re difikirîm Fikir ne dûr ne vala
Cegerxwîn
Yekî di mijara kurdî de gelek bi xwe bawer diçe ba Seydayê Cegerxwîn. Pê re diaxive. Hema mijarê tîne ser kurdiya xwe, pesnê kurdiya xwe dide. Herî dawî jî dibêje: "Seyda, te axaftina min guhdar kir ka kurdiya min çawa ye?" Seydayê Cegerxwîn dibêje: "Welle kurdiya te nizanim lê di nav tirkiya te de hinek peyvên kurdî hebûn."
Kurdî
Her çiçeğin bir mevsimi, her kitabın bir zamanı vardır. Haziranın tadını yeni hikâyelerle çıkarın.
Kî Kurd e?
Dîsa me rojekê li ser felsefeyê perwerde didit. Mijar filozofên yewnan Tales, Heraklîtos û hwd. bûn. Apê Zubeyîr dîsa mohra xwe li perwerdeyê xist û got: "Tales kurd e, tales yanî telîs, telîsê kayê ji wir tê." Hê me bêhna xwe venekiribû domand: "Hereklîtos jî kurd e." Me got: "Çawa, te ji ku derxist?" Got: "Herikî bû toz, hereklîtos ji wir tê." Hevalê Sidqî: "Niha tu yê jî weke Seydaoglu bibêjî Hemûrabî jî kurd e." Got: "Rast e, Hemûrabî jixwe kurd e, 'Hemû-rabî' teqez kurd e." Hevalê Zinar: "Einstein jî ne kurd be gelo?" Apê Zubeyîr: "Eynşten jî pir dişibe kurdî, îxtimaleke mezin ew jî kurd e." Hevalê Hebîb: "Tu yê niha ji donerê re jî bêjî zivirok." Apê Kurdolog: "Bê guman wisa ye."
Kurdî
Se û Kevir
Rojeke zivistanê Şengo diçe gundekî. Seyên gund êrişî wî dikin. Şengo xwe qur dike erdê ku keviran rake biavêje wan. Lê ji ber cemedê kevir bi erde re bûne yek, dibêje: "Ev çi gund e Xwedê xerakirî. Se berdane û kevir jî girêdane."
Kurdî
Felsefe Çi ye?
Malbat ji gund lawikê xwe dişîne zanîngehê. Zorê didin derfetên xwe, gelek mesrefê tê de dikin. Dibêjin bila bixwîne bibe însanekî xwende. Lawik beşa felsefeyê dixwîne, piştî salan xelas dike û dizivire malê. Bav dibêje: "Kurê min te ewqas salan xwend, ka bêje îcar, felsefe çi ye?" Lawik çend têgehên razber rêz dike lê bav dixwaze ku şênber bike. Bav li ser kursiyek rûniştiye. Lawik: "Mînak niha tu li erdê rûniştiyî ne li ser kursî." "Na, ez li ser kursî rûniştime ma tu kor î?" "Kursî jî li ser erdê ye. Dêmek tu jî li ser erdê rûniştiyî." "Felsefe ev e?" "Belê." "Malnexerab ma çi hewce bû te ewqas wextê xwe dayê û ewqas mesref kir. Min jî dikaribû ev hînî te bikira." "Te yê çawa hînî min bikira bavo? Ma ewqas rehet e?" "Rehet e, mesela mirîşk gû dixwe û tu jî goştê mirîşkê dixwî, dêmek tu jî gû dixwî."
Kurdî
Hunermendiya Viran
Zilamek ji hêla hunera viran ve gelek bi xwe bawer e lê dibihîze ku li gundekî cîran yekî ji wî jî pêşketîtir heye, ji ber vê xew nakeve çavên wî. Rojekê radibe diçe wî gundî û berê xwe dide mala wî, dixwaze reqîbê xwe bibîne û ast û hêza hunermendiya xwe test bike. Li derî dixe, zarokek derî vedike. Li ser pirsê hîn dibe ku kurê reqîbê wî ye. Hunermendê me dibêje: "Bavê te li ku ye? Ez dixwazim wî bibînim." Bersiva lawik kezeba wî diqetîne: "Ewr çiriyaye bavê min çûye bidirû." Xwe bi xwe re dibêje, "Kurê wî wisa be ka bav çawa ye?" Hema berê xwe dide gundê xwe û şûnde dizivire.
Kurdî