Şerefxan dibêjî; Ev malbat pismamê fermandarê Bedlîsê ne û ji mala Kesra Sasanîne, Du bira bi navê îzidîn, Diyidîn ji bajarê Xelatê, li ser destê eşîrên Rojka hatine û ev îzidîn bûye fermandarê Sasûn û Hezo, ko ji destê padîşa hê Gurcistan Dawîd derxistine û çend eşîr ji Rojkan li ve hindamê li nik Mîr tzidîn rGniştine, ko Şêrwî, Babosî, Timoqî, Sosanî bi Mîr îzidîn re mane,
Çawa azadîxwazên tirk zor dane Abdilhemîdxan, padîşahê kevneperest han û hawara xwe bire çend paşayên Kurdistanê.
Îbrahîm Paşa, Seyfidîn Paşa, Mistefa Paşa, Kor Huseyn Paşa tenê ji tevan bêtir baweriya wî bi kurê wî Îbrahîm Paşa dihat û paşa xwest, ko di pingava sipî ve herî Asitanê û padîşahê Îslamê ji tengasiyê xelaskî, lê negiha daxwaza xwe û hêj li Şam bû azadîxwazan Abdilhemîdxan girtin û xistin zindanê, hindik mabû, ko Îbrahîm Paşa, li Şam bigrin, lê Abdirehman Paşa yê Kurd , paşa bire mala xwe û şîvek dayê û çîrok jêre got û paşa leşkerê xwe ji nav bajêr derxist û çûne derê bajêr û bişev ji Dimişqê bazdan û berê xwe dane welatê Cizîrê, li rê çi gund û bajarên, ko ketin riya wan talankirin û leşkerê tirk ji Heleb, Reqa, Mardîn, Mûsil derketin u hatin pêrgî paşê Mila û şer hawîr destpêkir û paşa bi siwarî bi leşkerê xwe vedi ava çemê Ferat derbas bûn û yek siwar tenê di avê de mir û ên mayîn bi lingê hespa xwe gihandin Wêranşarê, paytexta Milan, lê hew ji lewra naçare koçemal berê xwe dane Çiyayê Şengalê Sencar .
Ji wê rojê de îbrahîm Beg, bi camêrî karê welat û milet û eşîra Milan û kurd û erebên xwe pêgirtî bi pêşve dibirin û xweş li hev radigirtin û pêşve dibirin. Herwekû bi dewletê re herdem bi xweş û bêş çax û demên xwe derbasdikirin, Sînorên derebegiya xwe ji destê dijmina diparastin, lê dawî serê xwe danî û koça xwe û vê cihanê barkir û çû,
Tercîl keleheke nêzîkî bajarê Amed(Diyarbekir) dikevî. Du kelehê wê hene, Tercîl û Darîn. Herwekû Hetax bixwe nêzîkî Tercîle, lê Dêrzîn û Kurtika li nav Xerza ne û ji fermanderê Tedcîl u Hetax veketîne. Şerefxan dibêjî, Ehmed, kurê Seyid Hesen û Suleyman û Yûsif û Qasim lipeyhev fermandarî li Tercîlê kirine. lê ew mirovê, ko navdare Umer, kurê Hesen Beg e.
Şerefxan dibêjî; Şêx Hesen, kurê Şêx Ebdurehman ji Şam hatiye hêla Mardîn û xelkê wê navê baweriya xwe pê anîn û bûne mirîdên wî û padîşahê Mardîn keça xwe lê markir û zariwên wî bûne fermandarên wa navan û Şex Hesen paşê kete şûna padîşahê welêt.
Şerefxan bi navê Hêzan dinivîsîy û dibêjî, Hêzan bi Farisî navê meha payîzê ye û bi Kurdî navê kuflete û Xêzan bi daxwaza reben, belengaze û Şerefxan dibêjî Seherxêzan, bi Farisî ewê ko bi şev ranakevî , xew nakî , yan ji reben hatiye.
Bi kurtî eşîrên Lek, li rajorê rojhilatê Loristan cîgirtine û ji vê hindamê re dibêjin Lekistan, di îro de sala 1914 z de Elînezerxan, fermandarê Eşîrên selsele û Delefan û Tîrhane, Herwekî herdiwên dawîn ji Alêheq-Raf idiyîn têne jimartin, Gurzon, di Daîretûl Meariful tslamîye de dibêjî; Di sala 1298 koçî de, ,ya 1881 z, de jimara xelkê Loristan, bîst û yek hezar û nehsed û not û neh(21,999) mirov bûn û 17 hezar Bextyarî ne û çarde(I4) hezar Kohgilowî ne û Fîlî dused hezar mirovin.
Mihemed Teqî Xan, ala serxwebûnê hilda û dewleta îran leşkerekî îran rêkire ser û naçare bazda û çû cem şêxê eşîra Benîkab, Şêx Tamir û şêxê navdar ew da destê dewletê û di zindana Taran de serê xwe danî û Axacan, kurê Mihemed te qîxan bû fermandar, lê di dawiya jîna wî de fermandarî kete destê HeftIeng(Heftlanc).
Lê qeymeqam Sir Arnold Wilson, di sala 1926 z. de nivîsarek di kovara civata Asya navîn de belav kiriye û dibêjî; fermandar Êlîxan di îro de Xwedakeremxane, kurê Elîxan kurê Mihemed Tekî Xan kurê Hesenxan, kurê Fetah Elîxan, kurê Hesenxan, kurê Zemanxan Keyarese keyar yek ji çar bavikên Çiharmehele, Mezawic, Lar, Keyar , Çirokên wa dibêjin: Ev Zemanxan ji neviyên padîşahê navdarê Iran, Cemşîdê navdare
Major Rawlinson dibêjî: Di sala 1836 z. de Êlîxan û fermandarê vê eşîrê Mihemed Teqî Xan bû, ko ji neviyên Elî Muradxan e û ji eşîra Canîkî ye. Kalikê wî Elî Muradxan piştî mirina Nadirşah îran bicarek xistibû bin destê xwe.
Zirzarî yan Zirwarî, eşîreke mezin û navdar û bi denge;. Dinav dewleta Eyubî-kurdî de yek ji çar perçê leşkerê dewletê bûn, Hekarî, Hemîdî , Mihranî, Zirzarî,