Ez Û Bilbil Bi Gul Û Yar Navdar In
Nîşanê Evînê Ne Tenê Ne Dildar In
Dost Û Yar Du Dar In, Payebilind Û Şîn
Dostanî, Dilbijî Di Nav Da Pêtî Û Ar In
Evîndar Her Yek Rengekî Dixwazin
Hin Dilbijê Sorgul Û Dilbijê Reşxar In
Evîn Kanî Ye, Şêrîn Û Tehlî Tê Da Yek So
Lê Li Hawir Beden Û Çember Û Dîwar In
Ji Wê Kaniyê Cihokek Tê Ser Dilê Hejar
Pêlên Pêşi Xweş In, Lê Ên Paşî Dijwar In
Evîna Dil, Te Dil Kiriye Birîndar
Bihara Min, Hemî Zer Bûn Gul Û Dar
Me Ew Rojên Ciwanî, Dan Bi Tolik
Ketim Heştê, Ji Nû Ve Bûm Evîndar
Diran Û Çav Dil Pêk Ve Şikestin
Û Porê Min Spî Bûye Bi Yek Car
Amûdê yek ji şarê Mîtan e
şûnwar û girê Moza nîşan e
Hin dibêhin wergera darê ye
Avakerê wê Dara Axmîn e
Di ber perê dîroka nûjend e
Warê Cegerxwîn, Reşîdê Kurd e
Xak nîgara wê başûrê biçûk
Başûrî xêza desta mîrîn e
Amûdê wargehê şanazîy e
Xeml û xizêma wê cewherîy e
Jin nameya wê ew Kurd nijad e
Li neyara tev nifret û kîn e
Bajarê bizav û kurdperwerî
Navenda karê çand û hunerî
Xar û keleme di ber xinizan
Ji xweş Kurda re lan û hêlîn e
Amûdê bilind û serfirazî
Ew her jiyanê wilo dixwazî
Agehdarî her di gel doza Kurd
Geh dil bi şadî geh dil bi şînî
________________________
Pêşeroj Cewherî