📚🔔 Tatil zili çaldı!
Bir yıl boyunca verilen emeklerin ardından şimdi dinlenme, keşfetme ve yeni maceralara atılma zamanı. 🌞
Bu yaz bol kahkahalı, bol anılı ve elbette bol kitaplı geçsin. Tüm öğrencilere keyifli tatiller diliyoruz! 💙📖
Xelîl Xeyalî di mecmûaya Herema Kurdan de bi sernavê "Ziman û Nezaniya Kurdan" de Kurd û gelên din wiha aniye ziman: "Ma qey ew mirov in em ne mirov in? Belê, em mirov in feqet di derheqê derdê xwe de bêxîret û bêhîmet in."
Berhemên wî di kovarên Rojî Kurd, Jîn û Yekbûnê de hatine weşandin. Xelîl Xeyaliyê Motkî ji bo xemsariya Kurdan pêşniyazî û rexneyên xwe aniye zimên û wiha dibêje: "Mela û rewşenbîrên Kurdan bo çi bi Kurdî nanivîsînin?"
Mora qederê ya di însan de, ziman e. Reng û rûyê însaniyetiyê jî, di rûpelê ziman de, neqş û xemla beyana xwe dide der. Zimanê zikmakî jî, ji ber ku sirûştî û fitrî ye, peyv û axaftin, bi xwe berê xwe bê gazî û vexwendin, têne hiş û bîra mirov. Wihareng ji ber ku danûstandin, tenê bi maneyê re ye, lewma hiş nakeve dudiliyê û şaş nabe ew ilm û agahiyên tên dikevin wî zimanî, mîna "nexşên li ser kevir" daîmî dimînin û her çi tişt ku bi wî zimanê netewî bixuyê, ji mirov re nas û şirîn tê.
Îro her çiqas zimanê Kurdî serbest xuya bike jî di makezagona Tirkiyeyê de bingeha wê tuneye. Ji bo înkarkirina nasname û zimanê Kurdî, îtirazeke van gelan çênebûye. Di Qur'ana Pîroz de Xwedê Teala wiha dibêje: "Me her Pêxemberek bes bi zimanê gelê wî şand da ku, ji wan re (bi zimanê wan fermanê Xwedê) bide nasîn" Ev ayetên jorê jî nîşan didin ku ziman û netewên mirovan mafên Îslamî û însanî ne.