📚🔔 Tatil zili çaldı!
Bir yıl boyunca verilen emeklerin ardından şimdi dinlenme, keşfetme ve yeni maceralara atılma zamanı. 🌞
Bu yaz bol kahkahalı, bol anılı ve elbette bol kitaplı geçsin. Tüm öğrencilere keyifli tatiller diliyoruz! 💙📖
Dema Bedîuzzeman di nava eşîrên Kurdan de digeriya jê tê pirsîn "Ev hikûmat û Tirk, her bi çi awayî bibin, em nikarin rehetiyê bibînin û bi pêş ve biçin." Gilî û gazindên xwe derbarê desthilatdaran dikin û ji rastbûn û samimiyeta wan re şuphedar in, lê Bedîuzzeman vê wek astengiyek bêxîretiyê dibîne û wan wiha agahdar dike û wiha bersiva wan dide: "Nexwe hûn, giliyê xwe, ji xwe bikin (bila şikayeta we, ji we bi xwe be). Heke hûn her qebehetê bavêjin ser hikûmet û Tirkan, hûn dê zehf bên xapandin. " Lewra wekîlên we yên baş dê we bi her alî ve temsîl bikin, ji bo heq û hiqûqên xwe têkoşîn bikin û hûn wan bişînin navendê, serguhiya we li ser wan be, wê demê derdên we yên mîllî wê çareser bibe. "Kurdno! nezaniya xwe biterikînin, bi xwendin û fezîletê di qada şaristaniyê de bilind bibin, desthilatdar xeletiyan jî bikin, wê ji wan xeletiyên xwe bizivirin. "
"Di netewa Kurd de qabilyetên wisa hene dikare bi serê xwe şaristaniyan damezirîne, lê yek derdên wan heye ew jî kêşmekêşî/îxtilaf û di bin rêvebiriya yek serokatiyê de berhevnebûne."
"Gelî Kurdan! heke beg, axa hetta qendera şêxên we jî, pişta xwe bidin qewetê (xwe bi qewetê piştrast bibînin) û şûrên wan tûj be jî, bêguman teqez dê bikevin. Hem jî musteheq in. Heke pişta xwe bidin aqil û di ciyê cebrê de muhebetê bi kar bînin, hestên wî, ger tabiê fikran bin, ew dê (bi paş de) nekevin, dibe ku bi pêş ve biçin."
Nêzî esrekî ye ku asimilasyona Kurdan berdewam dike û zimanê wan ber bi tunebûnê ve diçe. Ji ber vê yekê, gelekî ji Kurdan zimanê dayikê jibîr kirine, êdî ji wan re yên "koka wan Kurd" tête gotin. Ev jî di demeke nêz de bi xwe re ji holê rakirina zimên tîne.