Law tu nabînî ev bêbav çi dike? Êdî mirin ji mayînê pir xweştir e. Lêxe wî bitevizîne:
Bi dengê Adil Beg re, birê tifing li pişt dêrî hilda û da pêsîra zabit û ew ji ser pişta hêsp anî xwarê.
Gava Rom bizane ku torinekî Hesenî du gavan ji çepera xwe bi şûn de çûye, dê vê yekê ji xwe re serdestî bizanin. Ez qîma xwe bi mirinê tînim, lê ne bi vê yeka han.