Reşad

Reşad
Ez ji xwe re difikirîm Fikir ne dûr ne vala
Qey hesp ji bo vê yekê hat û li ber deriyê wî sekinî. Qey Xwedê wisa nivîsandiye. Ev hesp, ev keç diyariyên Xwedê, diyariyên Agiriyê ne ji bo min. Divê mirov layiqî vê yekê be. Gulbihar wekî kulîlka Agiriyê bêhnxweş û narîn bû ku mirov jê sermest dibû.
Kurdî
Tatil planı hazırsa sıra okuma listenizde!
Bu yaz yanınızdan ayırmak istemeyeceğiniz kitapları sizin için bir araya getirdik. 💬 Siz olsanız bu listeden hangisiyle başlardınız?
Her du jî kêliyekê wisa man. Yek ji wan jî nedipeyivî. Pêşî Ehmed got: "Gulbihar, tu yî?" Gulbiharê bi dengekî nizim lê vegerand: "Belê ez im!" Çawa ku ji serdemên berê ve dostên hev bûn, yarên hev bûn, canên hev bûn. Ewreke evînê xwe li herduyan rapêça. Bi germahî, delalî, dostanî... Ev evîn li tevahiya zîndanê belav bû.
Kurdî
Êdî her tiştî bi zanatî û hûrgilî zanibû. Rizgariya wê nemabû. Wê ber bi aqûbeta xwe ve bimeşiya. Her çi dibû bila bibûya, berdela wê çi dibû ne xema wê bû.
Kurdî
Çû serdana gora Ehmedê Xanî, hêvî û lava jê kir. Dua kir û alîkariya wî xwest. Duayên wî jî mîna lehiyê bûn. Nedihatin berbendkirin. Gava ji gora Ehmedê Xanî derket, roj çûbû ava, şeva ku dikir qet neyê, xwe li ser Çiyayê Agiriyê danîbû. Baraneke hûr jî pê re lê dikir.
Kurdî
"Ev tişt hemû ji bo hespekî ye Paşa?" got û domand "Ji roja dinya ava bûye, kê hespê hatiye li ber deriyê wî sekiniye bi paş ve vegerandiye? Ma tu vê yekê nizanî Paşa? Tu bûyî osmanî Paşa! Naxwe te ji bo hespekî, ev bobelat nedianî serê me, tev malên me nedişewitandin û ocaxên me neditefandin. Naleta Agiriyê, xezeba Agiriyê, hêrsa Agiriyê li serê te bibare Paşa!
Kurdî