📚🔔 Tatil zili çaldı!
Bir yıl boyunca verilen emeklerin ardından şimdi dinlenme, keşfetme ve yeni maceralara atılma zamanı. 🌞
Bu yaz bol kahkahalı, bol anılı ve elbette bol kitaplı geçsin. Tüm öğrencilere keyifli tatiller diliyoruz! 💙📖
zimanê te kuçkirina çaya qaçax e
jê çend berdax sewt tên dagirtin?
gef û gurên te li ser tirsên Şalheşîn in
jê çend zaroyên çeqrût ditirsin?
xemên te qirşikên di bin hêsîrê de ne
jê çend mêrxasên dildar diafirin?
Neteweperweriya kurdî, piştî Şerê Cîhanê yê Yekem hate têkşikandin, desteya yekemîn a neteweperwerên kurdî li Bakurê Kurdistanê de ku beşek giring desteya ronakbîr û rûşengeranên di nav İmparatoriya Osmanî de bûn, yan hatin jinavbirîn, an jî zindanî û dardakirin. Her ji wê demê ve, ji navbirîna ziman û kultura kurdî û rêgirtina li hember duristbûna netewa kurd her berdewam bû. Kar û armancên serekî ya neteweperwerên kurd zêdetir xwe-parastin, berxwedan û berhem anîna berxwedêrî bû. Ew proseya ji destpêka salên şêstan ve, li Başûrê Kurdistanê, şêwe-xebata çekdarî wergirt, êdî neteweperweriya kurdî ji bizava medenî, bajarî û ronakbîrî ya siyasî ve veguherî bo bizaveka çekdarî ya eşîrî û ladînî. Navenda xwe ji bajar ve veguherî bo çiya û deştan an jî bajar bi rêya hemî şiyanên medenî, kulturî û ronekbîrên xwe ve teslîmê çiya û deştan bûn. Çiya û deştên ku "navend"a rêberayetî neteweperwerî û bizava çekdarî ya kurdî bûn, bêyî daxwaza wan hatibûn teslîmkirin û hatibûn xistin bin kontrola dewleta dagirker. Bi vê rengê naveroka bajarî, medenî, û ronakbîrên neteweperweriya kurdî li hember kultur û eqla çiyayî berev paş ve vekişiye.
Neteweperweriya kurdî jî wek nûnerê wê kultura jêrdest cihê ku rizgarker be, pişt xwe zivirandiye damezrandina dewleta neteweyî û cehd dide xwe li gel nûnerê siyasî ya kultura zal ve bigûncîne. Diyar e ew xwe-gûncandin, di şert û mercên îroyîn ên welatên dagirkerên Kurdistanê de, ku kêmtirîn asta demokrasi, mafên hemwelatîbûn û ewilîn mercên civakên medenî desteber nekirine, ji bilî teslîmiyet û mayîna wek jêrdestî ne çû tiştekî dî ye.