Xanî di wextekî welê de rabû ko... ne li cem me, lê li Ewropayê jî xelk hêj li miliyet û li nijadê xwe hişyar ne bû bûn û zelamên ji yek miletî hev û du ji bo katolîkî an protestaniyê dikuştin. Di heyameke welê de Ehmedê Xanî bîra miliyeta xwe, bîra kurdaniya xwe biri bû û ji kurdan re goti bû hon berî her tiştî kurd in, rabin ser xwe, dewleteke kurdî çêkin û bindestiya miletên din mekin.
Dilê xwe êşand
Wi li ser beşer
Digot: ji bo çi
Bûn hevalê şerr?
Dema ku şerr tê
Tev de dirrevin
Holê deverrû
Nexûn dikevin.
Mixabin!
Çi kirêt!
Seri datinin
Bê şerm û fihêt...
Doza serbestî û azadiya mirov.
Divê xelas be,
Ji zînata kolîdarê dilreş û hov.
Ew kolîdarê ku,
Bi navê heqperestî, dadimendî û zanîn,
Șûrê zînatê,
Bê dilovanî li ser sitoyê me danîn.
Ji xweșî û serbestî,
Xêr û xêratên welat kirin bêpar!
Ew in zînatkar, ew in diz, ew in dijmin,
ew in neyar...
Bi navê dostî û alîkarî û peyman,
Dixwin bê fihêt,
Malê me, erdê me, xebata me, tevî can...
Vê paşiyê Rohelat,
Hişyar bû ji wê xewa kambax û dirêj.
Ji bo azadiyê,
Keftelefteke gelek mezin dike ji mêj..
Ji her alî,
Welalparêzên bi rûmet serî hildan;
Her dikin bi mêrani,
Şerrê kolîdarê bizdok û xulamokên wan.
Her rojê ew,
Bi sedan û hezaran ji xwe didin kuştin.
Axa welêt a hêja,
Bi xwîna xwe a pak didin şuştin.