Netewe, ragiriyeka (îrade) rojane ya gel e. Max Weber, di tezeka xwe de derbarê dewlet û netewe, nexasim jî wek çemk subjektîvîtî ya netewê piştrast dike. Dewletê jî wek formeka rêkxistin,dezgehek siyasî û bi monopolkirina desthilatê ve pênase dike. Netewe wek bîr, vîna întîma ya hevbeş û kultura hevbeş qelem dide.
Neteweperwerî sistemeka fikrî ye ku li ser binema rewşeka babetî ya 'objektîvîtî' ya grûpeke etnîkî (netewe) ku ziman, kultur, dîrok û hesteka hevbeş heye, ava dibe. Neteweperwerî serî hildaye ku nirx û berjewendiyên neteweya xwe, beramber nirx û berjewendiyên neteweyekê dîtir biparêze, heta berztir bike û giringtir bigire.
- Dibe ku nasyonalizm di wateya azadî û wekhevî û heqxwaziyê de be. Wê demê mimkin e ku neteweyekî jêrdest li dijî sitem, dagirkirin, pênavé azadî dixebite.
Xelefo: Keçê Memê Alan çi bû? Romeo çi bû û Derwêşê Evdî çi bû? Bi Xwedê evîndar ne di ser min re û ne jî di bin min re tune ne û ne jî wê hebin. Ax, bes te bi agirê kezeba min zanîba, Leto, ax, ez bimrim.