Mihemed

Îca çima te ez kirim qirşikekî şikestî û avêtim nav van pêlên dîn ku min ji hêlekê davêjin hêlekê bêyî ku kes bi hawara min ve bê. Li medbexê xewa min tê, li ser textê razanê birçî dibim, razayî dime- şim, şiyar xewnan dibînim, bi mirinê re dikenim, ji ken xeyidîme, bi lingê xwe difikirim, bi serê xwe keviran ji ser riya xwe didim alî, bi guhê xwe dibînim, bi çavê xwe teyr û tilûran ji ser laşê xwe yê jibîrbûyî difirînim.
Kurdî
📚🔔 Tatil zili çaldı! Bir yıl boyunca verilen emeklerin ardından şimdi dinlenme, keşfetme ve yeni maceralara atılma zamanı. 🌞 Bu yaz bol kahkahalı, bol anılı ve elbette bol kitaplı geçsin. Tüm öğrencilere keyifli tatiller diliyoruz! 💙📖
Min nankor dîtin, lê weke te na. Min bêbext û qehpebav dîtin, lê weke te na. Min dijmin dîtin, lê weke te xedar û bêinsaf na. Ez ê dilê te biqelêşim û xwîna te di eniya jiyana xwe bidim.
Kurdî
Di çavên wê de, du darên kesk bişkivîn û bûn hedefên êrîşên refên çivîkên hêrsbûyî yên çavên min.
Kurdî
Çi êşeke mezin e gava ku tu dibînî hebûn û tunebûna te ne tiştekî kêm dike ne jî zêde dike.
Kurdî
Ez ê te mîna paçikekî kevnik deynim erdê û bi soleke gemarî pê li te kim û erda vê odeka xwe ya biçûk bi te paqij bikim. Ez ê te biavêjim devê şêrekî birîndar ku berî tu can bidî, tu ji benîştekî bêtir bê cûtin.
Kurdî