Cara ewil bû lingên min diketin qeydan. Wê gavê peyvên helbestkarê mezin Ehmed Arif hatin bîra min “Hasretinden prangalar eskittim.” Ehmed Arif ji hesreta kê qeyd kevin kiribûn nizanim lê pêşengên me ew qeyd ji hesreta Kurdistaneke azad kevin kiribûn. Bes kevin nebûbûn, jengarê jî girtibûn