Go Ez Bêjim Wê Dengê Min Pir Bilind Be
Piştre Guhê Guh Li Min Guhdar Dike Tirsim Ber Û Vajî Bikin
Ji Ber Yê Go Min Guhê Diwarê Derewan Bixîne Însan E
Tirsim Ji Xwere Xeyale Kî Çêkim Wek Ku Cenneta Xwedewend Ez Tê De Hilperim
Ji Ber Yê Kabusa Berde Xeyala Min Însan E
Bi Bazkên Azadiye Weke Kevukekî Di Ezmanê Welatê Xwede Ez Newêrim Bifirim
Ji Ber Yê Go Min Bi Nêçîra Xwe Ji Ezmana Bîne Xwar Însan E
Ez Esîrê Dengê Bilbilekê Me Guhdar Bikim Hembêz Bikim Lê Ez Newêrim
Ji Ber Yê Go Bilbila Pêşiya Çavêmin Di Qefesa Xwede Ker Bike Bêdeng Bike Însan E
Nikarim Berê Va Helbestê Xwe Bidim Lêgerîna Rastî Û Ez Lê Bigerim
Ji Ber Yê Go Helbesta Min Kelepçe Bike Însan E
Ku Çavêmin Ronahiyekê Bikeve Ji Kesekî Re Nabêjim Û Nebêje
Ji Ber Go Yê Go Çavêmin Kur Bike Însan E
Li Ber Destê Qederê Ez Bume Esîr Sêwî Reben Parsek Winda
Sebeba Go Ez Xwe Qurbana Berîka Xelkê Bikim Însan E
Ez Ditirsim Bibim Aşiq Ji Bo Evînekî Ne Diyar
Yê Go Xiyanetê Li Dilêmin Bike Însan E