Ez yek ji wan kesan
fikankes kurê filankes, ji te hez dikim
li zozanên dilê te xwe bi hêşînîya biharên te hênik dikim.
li cihekî dûr im, her der çiya
di turikê min de tiştên rast heye. mîna rê.
ber bi asîmanê te difirrin pinpinîkên zarokên min.
û zarokên min salê çar wersalan di şûna binevşan de gelawêjan diçînin
ji cihên pirr dûr têm anha. haya te ji stranên nesittirî tune ye.
min wî dengbêjî kuşt. tenê birîn digot û bi dîrokê nizanîbû.
bi bextreşiya mem î nizanibû. piştî ewqas xwînê ez reviyam ji wê beyabanê
min hemû tiştên zer li wir hişt. beriya hertiştî îlon li wir ma. dûv re tu ma.
bila di bîra te de be.
xwe li ber barana te şil nakim êdî. li vir demsal mirineke bê îman e. aso naxuyên.
baş guhdar bike aso naxuyên. elo! aso nayuxên elo! aso.
ji cihên pirr dûr têm anha
mînak; ji çemên dûr herikîme çavên te
mînak; ji kendalên kûr ketime kefa destên te.
tiştên veşartî dibihîzim li ser tarîbûna birûyên te.
xewnên hişk. helbestên giran
û derewên ber bi rastiyê ve diçin dibihîzim
ji çiyayên me re gulan mezin dikim.
ez im belê ez şaîr im, qereçiyê pesnê çavên te me
mînak; bi hêmayên ji ber stêrka maye, helbestên lîrîk li ser destên te dinivîsim
mînak; newrozan li ser pişta xwe dikim û diyarî serhildanên te dikim
ez yek ji wan kesan
filankes kurê filankes
ji bo ronahiya şevên te
xewnên herî zelal dixim paxila xwe.