Ronahî

Mohammed Ebrahim Jafari youtu.be/BVO6CztULf8
Şiir
Reklam
Hêvî mirov kî mirîye .
Gönderi kullanım dışı
Ulusal bilinç, tüm halkın en derin umutlarının koordineli kristalizasyonu ‏değilse, halk seferberliğinin en elle tutulur ve en dolaysız ürün değilse yalnızca ilkel, boş ve kırılgan bir kabuktur.
1000Kitap
Ez yek ji wan kesan fikankes kurê filankes, ji te hez dikim li zozanên dilê te xwe bi hêşînîya biharên te hênik dikim. li cihekî dûr im, her der çiya di turikê min de tiştên rast heye. mîna rê. ber bi asîmanê te difirrin pinpinîkên zarokên min. û zarokên min salê çar wersalan di şûna binevşan de gelawêjan diçînin ji cihên pirr dûr têm anha. haya te ji stranên nesittirî tune ye. min wî dengbêjî kuşt. tenê birîn digot û bi dîrokê nizanîbû. bi bextreşiya mem î nizanibû. piştî ewqas xwînê ez reviyam ji wê beyabanê min hemû tiştên zer li wir hişt. beriya hertiştî îlon li wir ma. dûv re tu ma. bila di bîra te de be. xwe li ber barana te şil nakim êdî. li vir demsal mirineke bê îman e. aso naxuyên. baş guhdar bike aso naxuyên. elo! aso nayuxên elo! aso. ji cihên pirr dûr têm anha mînak; ji çemên dûr herikîme çavên te mînak; ji kendalên kûr ketime kefa destên te. tiştên veşartî dibihîzim li ser tarîbûna birûyên te. xewnên hişk. helbestên giran û derewên ber bi rastiyê ve diçin dibihîzim ji çiyayên me re gulan mezin dikim. ez im belê ez şaîr im, qereçiyê pesnê çavên te me mînak; bi hêmayên ji ber stêrka maye, helbestên lîrîk li ser destên te dinivîsim mînak; newrozan li ser pişta xwe dikim û diyarî serhildanên te dikim ez yek ji wan kesan filankes kurê filankes ji bo ronahiya şevên te xewnên herî zelal dixim paxila xwe.
Kurdî