Ez nizanim sebebê yarê çira dûr-i kirîn
şahê şîrîndehenan em ji xwe mehcûr-i kirîn
Mislê goy bê ser û pa bûme li ber derb û şekan
Lew bi çewganê cefaya xwe ji dil hûr-i kirîn
Da me sed camê firaqê ji xweh xa`ib nebûyîn
Ji wisalê qedehek da me û mexmûr-i kirîn
Nûrê çeşmê me ko `alem me bi çeşmên te didî
Bi cemala xwe te wek dîdeê bênûr-i kirîn
Nefesek bê te me naçî ne dijîn bê te demek
Ji te hat emrê humayûn te weh me`mûr-i kirîn
Me dizanî ko tu dê `aqibeti l-emr-i çi kî
Lebê le`lê şekirîn ahi ko mexrûr-i kirîn
zerreyek bûm di hewaya te di wêraneyekê
Mislê rojê bi şu`a`a xwe te meşhûr-i kirîn
Ji ene l-heq bi lebên le`lê xeberdar-i bûyîn
Bi gulaba serê zulfa xwe te Menşûr-i kirîn
Munşerif ma dibûyîn em bi dused car-i Melê
Lê bi wê kesr û idafê vi xwe mecrûr-i kirîn
Melayê Cizîrî
ji bo bejna min ne dirêjtir an jî kintir e,
ji bo rengê canê min ne boztir an jî esmertir e,
ji bo çevên min ne mezintir, an jî bêvila min ne biçûktir e,
min bi xwe û xwedê re şerr kir min xwedê bêminnet kir
min ji te hez kir
ez bûm yekê kafìr...
Rênas Jiyan