Ne di jiyana xwe de û ne jî di şehadeta xwe de te serê me netewand. Tu bûyî layiqê navê xwe. Te îzzeta xwe nedan binpêkirina bêîzzetan Kekê Îzzettîn.
Belê, "Kî jiyanê bixwaze, divê şehadetê bixwaze!.."¹
Şehadeta te pîroz be.
Şehadet û Îzzettîn.. Ev her du peyv çiqas li hev tên. Te mirina bi îzzet, li ser jiyana bi zîllet tercîh kir.
1: Seîdê Norsî, Lemaat
Em bawerî bi dîneke wisa anîne ku, emr dike ku em ji letîfeyên (hesên) xwe bigire heta hemî endamên (ezayên) bedena xwe bêne terbiye kirin.
Di heman demê de, em gihîştine îmaneke wisa ku, barekî (dozekî) mezin datîne ser milên me, çareya (bijartiya) me tune ye ku em him îman bikin him jî barê doza xwe ranekin.
Ev doz ne tenê bi me re û ne jî tenê bi roja îro re girêdayî ye. Ew dozeke wisa ye ku, ji sedsalên berê ve tê û bi rêya me ve bi sedsala (esra) pêş ve tê girêdan.
Û ew emaneta (destnişankirî) zatî wisa ye ku, mirov ne ji dûrketinê (imtina) lê ji hilgirtinê ditirse.
Îzzedîn Yildirim