"Gelo ev însan zen dike ku ewê beredayî bimîne. Haşa! Bîlakîs, însan namzedê ebedê ye. Û berendamê seadeta ebedî û şeqaweta daîmî ye. Piçûk û mezin, pir û hindik, dê heq û hesabê her kirinê xwe, bide. Dê yan şabaş yan jî şîmaqê bixwe."
~Zûhre
Madem wusan e, bila haya te hebe, bi diqqet pêl bike, ji noqbunê bitirse. Di yek pariki de u di paçeki de, di gotineki de u di hebikeki de u di çiruskeki de u di işareteki de u noq nebe! Latifeyên te yên ku dunyayê dadiqultinin, di wir de, noq neke. Lewra, pir tiştên piçuk hene ku di aliyeki de, tişên geleki mezin, dadiqultinin.
Ne di jiyana xwe de û ne jî di şehadeta xwe de te serê me netewand. Tu bûyî layiqê navê xwe. Te îzzeta xwe nedan binpêkirina bêîzzetan Kekê Îzzettîn.
Belê, "Kî jiyanê bixwaze, divê şehadetê bixwaze!.."¹
Şehadeta te pîroz be.
Şehadet û Îzzettîn.. Ev her du peyv çiqas li hev tên. Te mirina bi îzzet, li ser jiyana bi zîllet tercîh kir.
1: Seîdê Norsî, Lemaat