Dûkel
Mijek têra xwe tîr
xwe pêçaye li bajarê dile min îro
Li ser paldankê
li dûkela çaydan aliqiye çavên min
û xuyaye dîsa
ew ê hestên delodîn
helbestên dilvîn bidin nivîsandin
Di kuçe û kolanên serê min de bîranînên har
bi awayekî çavnebar
ketine şerekî dijwar
hezkirinên emirqut
xeyalên belqitî
êşên nedîtî
û xemên xedar
dieciqînin dilê jar.
Fatexan tasli tunc
"Hûn nikarin evînek mîna ku hûn ji destpêkê ve pirtûkek bixwînin an dîsa li fîlimek temaşe bikin vejînin."
Veger bi yewnanî tê wateya nostos. Algos tê wateya xemgîniyê. Bi gotineke din, nostaljî xemgîniyek e ku ji xwestekek vegerê pêk nayê.
"Nezanin" ku navê wê yê orjînal Lignorance bi fransî hatiye nivîsandin, ji fransî hatiye wergerandin kurdî û yek ji berhemên girîng ên Milan Kundera ye. Nezanin jî ji ber wê yekê girîng e ku ew yekemîn pirtûka Milan Kundera ye ku bi kurdî hatiye wergerandin. Nivîskar Milan Kundera, bi taybetî di dîzaynên bergê de, di pêvajoya wergerandina pirtûkê bo kurdî de cih girt. Milan Kundera ku yek ji nivîskarên mezin ên serdema me tê hesibandin, di dawiya sedsala 20an de yek ji mijarên girîng ên mirovatiyê yên wekî sirgûnî, biçûkxistin û hesreta welêt bi vê romanê ve mijûl dibe. Ev mijar di hunera romanê de jî mijareke bingehîn e û ji ber wê jî Milan Kundera9 çîroka lehengê romana xwe bi Ulyssesê Homeros ve girêdide, ku xwediyê şahesereke edebî ye. Pirtûka Nezanîn (Nezanin) ne tenê roman e; Di heman demê de çîroka8 mirovên ku şer jiyane û hatine talankirin e, ji ber van sedeman ji xwe dûr ketine û ji mirovahiyê dûr ketine. Milan Kundera piştî Ronahîya Bêbext a Hebûnê, careke din xwendevanên xwe dikişîne nav mirovên serdema me û bi pirtûka xwe ya Nezanînê (Nezanin) xwe dide famkirin. Kundera jî bi hostatiya xwe ya vegotin û şîrovekirinê dersek mezin dide romanê.