dinya li ser şopa xwe dizivire
serê xwe ditewînim, bejna sîya xwe dişkînim,
pejna bedewîya xwe dihewînim
–nava min qendîl, bejna min zirav e–
didewixim hundirê xwe,
destê xwe li ser hêvîyên xwe didim,
porê wan didim bayê sayî
şukûdar dibim xwe dihebînim
cênîka xwe miz didim, gêrikên tilîyên xwe dijmêrim
devê dengê gurê xwe digirim,
bi xwe ve qeyd û bend dibim, mêjîyê min diderize
tu yê çi wextî ji vê dinyayê bar bikî?
firk diavêje qorika pişta min!