Bi behna pora te geş dibim, gêj dibim, serxweş dibim
Şa dibim, dilşad dibim, can welat, can
Ji hesreta te dîn dibim, har dibim, bê war dibim
Kal dibim, bê hal dibim, can welat, can
#delila
Ronikên xwişk û diya
Ez axîna sêwîya
Ez gazinên jinbîya
Ez nizanim çi bêjim
Ez hêvîyên girtiyan
Jana dilên birçîyan
Serma laşên bêcîyan
Ez nizanim çi bêjim.... Cegerxwîn