Bikene
bikene, xemgîn mebe
li vê dinê rojek me be
roja min î tu, ku roj nebe
bikene, roj dikene
bikeve pişt ewran jî roj
rûroja min, porroja min
tu pertew pertew li dil vebe
bikene, roj dikene
bikeve pişt ewran jî roj
tîrêj tîrêj li dil hilê, tu bikene!
(HEFTÊ Û DU NEFÎ)
#AA