maşallah ji zanîna te re,
te xitim kiriye zanist,
daqurtandiye îlmê Marks
xuyaye tu dizanî ku Lenîn
kîngê û li kuderê çi gotiye
herçî Engels e
divê ji te bê pirsîn
bi vê zanîna xwe xorto
te îlmê Marksîzmê qedandiye.
Her weha tu xorto
wek xortekî Enternasyonal
bêguman tu hay ji Wîetnamê,
Qamboçyayê,
Kûbayê,
Erîtreyê,
Guatamalayê...
heta tu hay ji çar aliyê dinê heyî.
bi ser de tu xorto,
tu nav bi nav
şoreşgerên navneteweyî dinasî
tê bêjî te,
di milê Qastro û Che Guevara de şer kiriye!
hella ji zanîna te re
hella û barîkellah,
hella û sed maşallah,
aferîm ji te re xorto!
tu her bijî xortê Enternasyonal!
niha ez fêm dikim,
tu çima napeyîvî bi Kurdî