Ez im rinda Rindêxan
Keça mîr û axa û çiyan
Ey tirkê Tacik
Karê we çi ye li van çiyan
Rinda bûye namdar
Ez dimirim, birîndar û bê zar
Teslîm nabim destê neyar...
Dayîkê qîza xwe himêz kiribû, û her dû destên xwe, lê werkiribû. Ew qerpeçe kiribû, dabû ber sîngê xwe. Te digot qey xwestîye qîza xwe li nav dilê xwe da cî bike û kutatirîn germaya leşê xwe berde bedena keça xwe ya şîrîn û xoşdevî.