Ha iha!
Ez niha ji kê gazinan bikim,
Ji te lome nabe,
Min hez kir,
Dilê disoje
Çavên rondikan dirêjin,
Serê xwar bûyî,
Milên xûz,
Rojên westiyayî,
Mejîyê lolijî,
Yên min in.
Ez niha ji kê gazînan bikim,
Ji te lome nabe,
Min ji te hez kir,
Ti carî te hez nekir,
Çawa min ji te hez kir,
Erê her teyr difire bi baskên xwe,
Diçêre bi nuklê xwe,
Dimîne bi dilê xwe,
Lê ez bê te sêwî mam.
Ha iha
Ez niha ji kê gazînan bikim,
Ji te lome nabe,
Min hez kir ji te,
Bê qiyas û bê pîvan,
Ne tê pênasekirin,
Ne tê ravekirin,
Min got qey min te xistîye dilê xwe,
Tu nabêjî ez tê de êsîr mame,
Ez bûm êsîrê evîna xwe,