Îşev dîsa berf dibare. Li ber pencerê rûniştime, barîna berfê dinêrim. Bi rastî ha, berf çi qasî dişibe hezkirinê. Di destpêkê da çi xweş tê xuya. Xweş û paqij.. Em çi qasî bizanibin ku sibê ew xweşî û paqijîya berfê dê wenda bibe jî, dîsa bi xweşikbûna wê dixapin. Lê ne xem e. Xapînok be jî, xweş e.