Serhevde

Serhevde
@Serhevde
Evîndarê welêt û Zimanê Kurdî
10/10
·266 syf.·
2022 3. kitabı
Dembaş xwendevanno. Ez dixwazim ku behsa pirtûka Adat û Rusûmatnameê EkradiyeAdat û Rusûmatnameê Ekradiye bikim. Ev pirtûk, ji bo wêjeya me pirtûkeke pir girîng e. Gelek taybetiyên pirtûkê hene. Ji ber vê jî yek ji Klasîkên Kurdî tê binavkirin. Ji aliyê Mela Mehmûdê Bazîdî ve hatiye nivîsandin. Ev pirtûka di dest min da ji aliyê Jan DostJan Dost ve hatiye amadekirin. Di nav hemû çapên pirtûkê da ya herî baş bi fikira min ev e. Ji ber ku Jan Dost gelek li ser pirtûkê da xebitiye û şîroveyên xwe yên gelek hêja lê zêde kiriye. Berî her tiştî ez dixwazim çend taybetiyên Mela Mehmûd û pirtûka wî binivîsim. Da ku em qedrê pirtûkê baştir bizanin. -Mela Mehmûdê Bazîdî, di nav dîroknasên Kurd da cara ewil bi kurdî nivîsiye. Ango dîroknasê kurdînivîs ê yekem e. -Bi wergera Şerefnameya Şerefxanê Bidlîsî, wek yekem wergêrê kurd tê qebûlkirin. -Pirtûka Adat û Rasûmatnameê Ekradiye, di beşa sosyolojî ango civaknasiyê ya wêjeya kurdî da pirtûka yekem e. -Mela Mehmûdê Bazîdî bi pirtûka xwe Civaknas(Sosyolog)ê kurd yê yekem tê qebûlkirin. -Ev pirtûk di wêjeya kurdî da pexşan (nesîr)a yekem e. -Mela Mehmûdê Bazîdî, wek "Bavê Pexşana Kurdî" tê qebûlkirin. ÇEND GOTINÊN DERBARÊ PIRTÛKÊ DA Pirtûk ji sê beşan pêk tê. Beşa yekem pêşgotin û paşek e. Lê ne wek pêşgotina pirtûkên din in. Pêşgotin û paşekê pirtûkê ji 75 rûpelan dirêjtir in û gelek tiştên bi feyde di nav xwe da dihewînin. Beşa duyem nivîsa Mela Mehmûd bi xwe ye. Ango bi zimanê orijînal e. Şîroveyên Jan Dost jî di bin rûpelan da ne. Gelek peyvên erebî derbas dibin û zimanê vê hinek giran e. Fehmkirin dijwar e lê bi şîrove û raveyên Jan Dost, hêsantir dibe. Beşa sêyem wergera Kurmanciya îro ye. Ji aliyê Jan Dost ve hatiye amadekirin. Xwendina vê beşê hêsan e. Min carekî nivîsa orijînal xwend. Pişt ra derbasî beşa sêyem bûm û min bi Kurmanciya îro dîsa xwend. Piştî xwendina
Kurdî
Adat û Rusûmatnameê EkradiyeM. Mahmut Beyazidi · Dara Yayınları · 199840 okunma
Reklam
9/10
·128 syf.·
2021 1. kitabı
Qazî Mihemed di dîroka gelê Kurd de kesek pir girîng e. Ew; kesekî zana, Qazîyek(Kadi) dadmend, Bavekî baş, mêrekî merd û kurdekî welatparêz bû. Ji ber vê yekê min pirtûk bi coşî xwend. Ev pirtûk ji 125 rûpelan pêk tê. Bi şêwazek hêsan hatiye nivîsandin û ez difikirim ku her kes dikare fehm bike. Pirtûk bi wesiyetnameya Qazî Mihemed dest pê dike. Dû re di derheqê wî û malbata wî de agahiyek kurt dide û piştre qala damezrandina dewletê dike. Di pirtûkê de behsa dewletê, sirûda neteweyî, sonda serokkomariyê ya Qazî Mihemed û pêkhateya siyasî û civakî ya dewletê tê kirin. Dema ku em nêzî dawiya pirtûkê dibin, behsa parêznameya Qazî Mihemed û hevalên wî, û diyalogên di pêvajoya darizandinê de tên kirin. Di beşa dawîn de, hevpeyivînek bi kurê Qazî Mihemed, Qazî Elî re heye. Qazî Elî li vir qala malbat û xwişkên xwe dike. Ew qala şehîdkirina xwişkên xwe jî dike. Ev Pirtûk ne biyografiya Qazî Mihemed e, li ser mijara Komara Mahabad û jiyana Qazî Mihemed bi hev re hatiye nivîsandin. Jixwe navê Pirtûkê Komara Mehabad Qazî Mihemed e. Aliyên erênî yên pirtûkê: •bi şêwazek zelal hatiye nivîsandin. •Gotinên Qazî Mihemed bi xwe, pir in. •Min bi rastî hevpeyivîna paşîn eciband. Aliyên neyînî yên pirtûkê: •Di pirtûkê de gelek çewtiyên rastnivîsê hene. •Pir caran tîp bêyî kumik hatine nivîsandin. Li hin deveran tîpa "ğ" heye, ku ew di alfabeya kurdî de tune. •Jiyan û zaroktiya Qazî Mihemed hindik tê vegotin. zêdetir qala vê bikira dê çêtir bûya. Ger xeletiyek min hebe, bibexşînin. Bi tendurustî bimînin, Bi Kurdî bimînin..
Kurdî
Qazî MuhammedBazê Kal  · Yöneliş Yayınları · 201937 okunma