Dewletê em kirin hepsên xwe; em nefî kirin. Em ji warê bav û kalan derxistin, ajotin bajaran. Li bajaran em mehkûmî nanozikîyê kirin. Mêrên ûsikîyên ên ku li her du hêlên xetê ji xeynî Xwedê ji kesî ra serî danetanîn, ji bo zarokên wan birçî nemînin, serê xwe li ber karmendekî tewandin...