Xwe ji rê varî neke
Çavê xwe tarî neke
Xwînê bide erdê xwe
Derman bike derdê xwe
Azadiyê bistîne
An jî bimre, nemîne
Ma dem azadî nîne
Mirin ji bo te jîn e
Dosta min pir delal e
Xweş hogir û heval e
Gava ko tê bêriyê
Ez dibezim pêşiyê
Bi lez diçim dibînim
Des gerdenê wertînim
D’ramûsim dev û lêva
Jê distînim du sêva