Gulnaz, wekî minra yarî, îda min çi derde,
Piş min çiyayî û beyarî , çî min çel û nerde...
Çevê teda soz-îmane, min qirar û şerte,
Te sing çayîr û çimane, minra war û erde.
Muhbeta te min bihare, sufet teva şerqe,
Çi xema min hewa sare, zivistana serte...
Hub-evina te esmerê dermaneki merde,
Nakim xofê jera merê, xayîn û nemerde...
Minra dinya û alemi, şirin, de xeberde,
Hezar lutbi u kilami ez hilînim ber te...